Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de, daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kir piştî birêveçûna piroseya dengdana referandumê, di dema derbirîna kêf û şahiyê de pabendî çand û nirxên bilind yên gelê me bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyê de hatiye: "Xwe ji her corên teqekirinê û kiryarên neşaristanî û istifzazî û neyasayî biparêzin û aramiya bajaran û ewlehiya xelkê berçav bigirin".

Têstka daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê:

Piştî birêveçûna piroseya dengdana referandumê, em ji hemû welatiyên Kurdistanê dixwazin, di dema derbrîna kêf û şahiya xwe de, pabendî çand û nirxên bilind yên gelê me bin. Xwe ji her corên teqekirinê û kiryarên neşaristanî û istifzazî û neyasayî biparêzin û aramiya bajaran û dilxweşiya xelkê berçav bigirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê