Tirkiye bazirganiya bi Îranê re nabire

Wezîrê Enerjiyê û Samanên Sirûştî yê Tirkiyê Fatih Donmez radigihîne, tevî dorpêça li ser Îranê, welatê wî dê bi rêkeftinên bi Îranê re berdewam be û dê gazê ji Îranê bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Enerjiyê û Samanên Sirûştî yê Tirkiyê Fatih Donmez radigihîne, tevî dorpêça li ser Îranê, welatê wî dê bi rêkeftinên bi Îranê re berdewam be û dê gazê ji Îranê bîne.

Fatih Donmez ji telefizyoneke Tirkiyê re diyar kir, Enqere salane nêzîkî 9.5 milyar M3 ji gaza sirûştî ji Îranê dikire û tekez kir, pêwendiyên bazirganiyê yên di navbera Tirkiye û Îranê de ne derveyî yasayê ne.

Donmez amaje bi kûrbûna pêwendiyên bazirganiyê ya di navbera her du welatan de kir û got, rêkeftina hawirdekirina gaza sirûştî ya bi Îranê re ta sala 2026an e û dê berdewam be.

Piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump di meha Gulana bûrî de ji vekişîna ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re ragihand, Washington fişarê li welatên cîhanê dike ku bi 4ê Mijdara bê re hemû girbestên petrolê yên bi Îranê re bidawî bikin.  

Amerîka beşê yekem ji sizayên li ser Îranê ji duhî ve xistiye warê cibicîkirinê.

 

S. B