Erdogan bi "Samsung" gefê li Amerîka dike

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, beramberî sizayên abûrî yên ku ji aliyê îdara Trump ve li ser welatî wî hatine sepandin, gefa rawestandina kirrîna amêrên eliktironî yên Amerîkî dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, beramberî sizayên abûrî yên ku ji aliyê îdara Trump ve li ser welatî wî hatine sepandin, gefa rawestandina kirrîna amêrên eliktironî yên Amerîkî dike.

Erdogan diyar kir, ku ewê baykota bikaranîna kelûpelên eliktironî yên Amerîkî bikin, ew jî bersivek e li ser sizayên abûrî yên Amerîka li ser Tirkiyê sepandiye.

Serokê Tirkiyê ragihand, ku ji niha û pêve, Tirkiye nema amêrên Iphone dikirre û li şûna wan, wê amêrên Samsung ên Korî û Vestel ên Tirkî bikar bîne.

Herwiha Erdogan got: Heger Iphone li cem Amerîkiyan heye, ême jî Vestel a Tirkî li cem me heye û li aliyekî din jî Samsung heye.

Ev demek e nakokî ketine pêwendiyên di nav Amerîka û Tirkiyê de û Amerîka sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand, ji encama wan sizayan, nirxê lîreya Tirkî bi rêjeyeke mezin beramberî Dolar erzan bû û vê yekê bandoreke nerênî li abûriya Tirkiyê kir.

N.O