Medya Tirk: Nexşeya Amerîka ji bo Suriyeyek nû heye!

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor medya Tirkiye pîsporên Amerîkî ligel berpirsên PKK li devera Hesekê û Reqe civiyan e û şiklê dawî ya federalizma li Suriye girtine dest.

Medya Tirkiye destnîşan dike, civîn di 27-28 Tîrmehê de lidar ketine û di danûstandina CIA û PKK de lihevhatin liser 3 herêman û 6 kantonan hatiye kirin.

Tirki diyar dikin ku, Mertala Firatê ku Operasyona Tirkiye li Suriye bû, armanca hevbeş a Amerika û PKK ye û her du alî dixwazin li wan deverên niha di çarçoweya Merata Firatê de ne, bikevin nav kantonên PKK de.

Medya Tirkiye bêyî ku tu çavkaniyan ji idiaya xwe re diyar bike, dinivîse ku, di nexşeya nû ya Amerika jib o Suriye de, dê kanton bigihin heta Deryaya Spî.