Civîna Parlemantoyê bo 4 demjimêran hat paşxistin

Her çend e biryar bû îro demjimêr 11:00 civîna Parlemantoya Kurdistanê ji bo hilbijartina Desteya Serokatiyê destpê bikira, lê ji bo 4 demjimêran hat paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her çend e biryar bû îro demjimêr 11:00 civîna Parlemantoya Kurdistanê ji bo hilbijartina Desteya Serokatiyê destpê bikira, lê ji bo 4 demjimêran hat paşxistin.

Li gor zanyariyên K24ê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz kir civîna Parlemantoyê bo 24 demjimêran bê paşxistin, li hemberê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ligel encamdana civînê de ye, lê wek derfetdan ji firaksiyonan civîn bo çend demjimêran hat paşxistin.

Herwiha Serokê Yekem Rûniştina Parlemantoyê Rêvîng Hirûrî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Parlemanto demjimêr 15: 00 dicive.

Peyamnêrê K24ê li Parlemantoya Kurdistanê da zanîn, serkirdatiya PDKê derfet da firaksiyonan ta 4 demjimêrên din civîn bê paşxistin û YNKê dixwaze  

Li ser lihevkirina PDK û YNKê û piştre firoksiyonên Parlemantoya Kurdistanê, biryar bû îro demjimêr 11:00 Parlemantoya Kurdistanê yekem rûniştina xwe encam bida û Desteya Serokatiya Parlemantoyê hilbibijêra.

 

 

S. B