50 otombîlên leşkerî yên Tirkiyê derbasî nava Îdlîbê bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê bi 50 otombîlên leşkerî û zirîpoş derbasî nav Îdlîbê bûn. Çekdarên El-Nusre û Tehrîr El-Şam parêzvaniya karwana leşkeriya Tirkiyê dikin.
Piştî tevgerên çavdêrî yên hêzên Tirkiyê û operasyonên dijbireya Sûriyê li Îdlibê, du karwanên Artêşa Tirkiyê derbasî Îdlibê bûn.
Hat diyarkirin, di karwanên Artêşa Tirkiyê de, 8 tank û 42 otombîlên zirîpoş hene û deverê ku binkeya serbazî bê dayîn bicîh dibin.
Hêzên Tirkiyê li ser sînorê Efrînê û Îdlibê tên bicîhkirin. Di dema derbasbûnê de, çekdarên el-Nusre û Tehrîr el-Şam parêzvaniyê dikin.