Qonaxa bê ya şerê Hewêce bi hevahengiya ligel Pêşmerge dibe

Şandeke artêşa Iraqê derbarê hevahengiya di şerê Hewêce de li Kerkûkê ligel hêzên Pêşmerge civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke artêşa Iraqê derbarê hevahengiya di şerê Hewêce de li Kerkûkê ligel hêzên Pêşmerge civiya.

Fermandarê Mihwerê Başûrê Kerkûkê Westa Resûl di konferaseke rojnamevanî de ragihand, qonaxa bê ya operasyona kontrolkirina Hewêceyê bi hevahengiya hêza Pêşmerge dest pê dike.

Westa Resûl got jî: “Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo jinavberina DAIŞ û terorê yek dest û yek can in.”

Fermandarê Mihwerê Başûrê Kerkûkê tekez kir jî, ev hevahengiya hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê di şerê DAIŞê li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge bûye. Hevahengî jî li hemû bereyan dibe.