Li zanîngeha Tokyo waneya bi Kurmancî destpê dike

Li Zanîngeha Tokyo ya Japonyayê dê zaravayê Kurmancî wekî ders were dayîn. Di Meha Nîsanê ya 2019'an de dê dayîna dersan destpê bike û ji niha ve serlêdanên ji bo van dersan destpê kirin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Zanîngeha Tokyo ya Japonyayê dê zaravayê Kurmancî wekî ders were dayîn. Di Meha Nîsanê ya 2019'an de dê dayîna dersan destpê bike û ji niha ve serlêdanên ji bo van dersan destpê kirin e.

Akademîsyen û endamên Platforma Zimanê Kurdî vê gava Dewleta Japonyayê wekî bangewaziyek ji bo Tirkiyeyê dinirxînin û dibêjin; ev peyamek e ku divê êdî Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û di qada zanistî de pêşî li Zimanê Kurdî vebibe.

Partiyên bakurê Kurdistanê, ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî Platforma Zimanê Kurdî damezrandin e û dixwazin li Tirkiye Kurdî bibe zimanê fermî. Herweha bang li Kurdan û rewşenbiriya Kurdî hatiye kirin, ku zimanê xwe biaxifin, binivîsin û pêşbixin.

 

 

C.B