Bi şikestinê re tawanên DAIŞê zêde dibe

Her DAIŞê ber bi şikestinê ve diçe, bidarvekirin û tawanên bikomî dike. Çekdarê DAIŞê bihêtir ji 700 dîlên di destê wê de li Dêrazorê bi dar ve kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her DAIŞê ber bi şikestinê ve diçe, bidarvekirin û tawanên bikomî dike. Çekdarê DAIŞê bihêtir ji 700 dîlên di destê wê de li Dêrazorê bi dar ve kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê bi têkçûnên demên dawiyê re û jidestdana beşeke mezin ji xaka di destê wê de bû, tawanên mezin dike û bidarvekirinên bikomî encam dide.

Li gor zanyariyên Rewangehê ku ji kesên karîne ji deverên wê birevin wergirtine, çekdarên DAIŞê zêdetir ji 700 dîlên di destê wê de li deverên Şefa, Sose, Baxoz û hin gundên li rojhilatê Hecînê, bi dar ve kirine.

Da zanîn jî, çekdarên DAIŞê nêzîkî 400 dîlên di çemê Firatê re veguhastin navçeyên Humis û Dêrazorê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji 10ê Îlona bûrî ve dest bi dawî operasyona li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê kirin û niha zêdetir ji nîvê bajarokê Hecînê kontrol kirine.

Di vê derbarê de peyamnêrê K24ê dabû zanîn, şervanên HSDê di rojên dawî de karîn zêdetir 2 hezar û 500 welatiyên sivîl ji Hecînê derxin.

 

S. B