Di rewşa awarte de jin ji maf û derfetan bêpar bûne

Rewşa awarte ku li Tirkiyê 2 sal in, bê navber didome bandor li ser hemû beşên civakî kiriye. Aktîvîst û Rêvebirên Saziyên Jinan jî radigihînin ku bi rewşa awarte re, deng û têkoşîna jinan ya li dijî tada û pêkutiyan hatiye vemirandin û bandorên neyînî gihiştine astên herî xirab.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Rewşa awarte ku li Tirkiyê 2 sal in, bê navber didome bandor li ser hemû beşên civakî kiriye. Aktîvîst û Rêvebirên Saziyên Jinan jî radigihînin ku bi rewşa awarte re, deng û têkoşîna jinan ya li dijî tada û pêkutiyan hatiye vemirandin û bandorên neyînî gihiştine astên herî xirab.

Rêvebirên sazî û komeleyên ku têkoşîna mafên jinan didin, bandorên rewşa awarte ku li ser jinan kirine ji bo Kurdistan24 nirxandin. Jin, balê dikşînin ku hişmendiya erka mêrperestî jixwe li Tirkiyê, astengî û xeteriya ji bo jinan bes peyda dikir. Lê bi rewşa awarte re, qada têkoşîna jinan û dengê xwe gihandina raya giştî jî ji holê rabûye û zext, tada jî qat bi qat zêde bûne.

Rêvebira Platforma Jinên Aktamarayê Mesûde Demîr ku bixwe jî hemşîrebûye û ji kare xwe hatiye derxistin, da zanîn ku ew dema ji kare xwe hatiye derxistin ducanî buye û sedema ku ji kar hatiye derxistin jî, endambûyîna wê ya sendîqayê bêtir tu sedemekî nehatiye nîşandan. Mesûde Demîr tîne ziman ku daxwazî ew e ku jin ji derftên hilberîna jiyana xwe bên dûrxistin.

Rêvebira Platforma Jinên Aktamarayê Mesûde Demîr ji K24ê re got: "Jinên ku ji bo maf û azadiyên xwe rêxistinî dibin û têkoşîn didin, ji aliyê erkên civakî ve nayên pejirandin. Jinên hilberînkar wek metirsî tên dîtin. Di rêvebiriyên heremî de, wek zagonî nebe jî, jin beşdarî rêvebirî û jiyana polîtîk bûbûn, lê bi qayuman jin hatin dûrxistin. Hemû saziyên me jinan hatin girtin ku bi saya wan saziyan mafên jinan dihat parastin."

Komeleya Jinan ya Wanê VAKAD ku di sala 2004'an de hatiye damezrandin û beriya rewşa awarte, li Herema Serhedê bi piştgiriya saziyên navdewletî gelek projeyên ji bo jinan birêvebiriye û aktif bûye jî bi destpêka rewşa awarte hatiye girtin.

Serok û Damezrenêra VAKAD'ê Zozan Ozgokçe jî balê dikşîne ku wan pêşengiya projeyên xwebipêşxistina jinan jî, dozên ku pêkutiyên li ser jinan aşkere û ra bibin kirine. Lê bi KHKyan û rewşa awarte re, êdî hem saziyên wan hatine girtin, hem jî ciyekî ku dengên xwe bigihîninê nemane.

Zozan Ozgokçe dibîje: "Êdî medya jî cîh nade, destdirêjî, kuştin û tadayên li ser jinan, bi ser de jî gotarên ku wan kirinan rewa dikin tên belav kirin. Hişmendiyeke ku dibêje: 'zarokên 12 salî dikarin bên zewucandin' tenê minaqeke. Ji ber rewşa awarte hemû rêyên ku em hêstewarî û boçûnên xwe bigihînin raya giştî hatine girtin. Me dixwest em ji bo Eylul û Leyla çalaki bikin lê rewşa awarte astengbû."

Li Turkiyeyê piştî hewldana kutedaya 15'ê Tîrmeha 2016'an, rewşa awarte hatiye ragihandin û heta niha bi hezaran sazi, komele û kompanya hatine girtin, bi 100 hezaran jî welatî ji karên xwe hatine derxistin û dûrxistin. Tê çavarêkirin ku di 18'ê Tîrmeha 2018'an de rewşa awarte bidawî bibe.