NY: Rewşa li Efrînê metirsîdar e

Şanderê Netewên Yekgirtî (NY) ji bo Sûriyê Staffan De Mistura radigihîne, pêwîstiyên jiyanê li Efrînê kêm bûne û bi taybetî ava vexwarinê û pêwîstiyên bijîşkî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Netewên Yekgirtî (NY) ji bo Sûriyê Staffan De Mistura radigihîne, pêwîstiyên jiyanê li Efrînê kêm bûne û bi taybetî ava vexwarinê û pêwîstiyên bijîşkî.

Şanderê NY ji bo Sûriyê Staffan De Mistura di dema beşdarbûna di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de got, rewşa sivîlan li Efrînê metirsîdar e û bi hezaran xelkê wê ji ber rewşa şer koçber bûne.

De Mistura got jî, divê karîdorên ewle ji bo sivîlan werin vekirin, ji bo rizgarkirina wan. Herwiha got jî, pêwîstiyên jiyanê li Efrînê kêm bûne û bi taybetî ava vexwarinê û pêwîstiyên bijîşkî.

Encûmena Asayişa Navdewletî îro civîneke awarte derbarê krîza Sûriyê de lidar dixe, ev yekî jî piştî zêdebûna hejmara qurbaniyan li Efrînê û Xutaya Rojhilat tê.

Êrîşa Artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 56emîn de berdewam e, li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, ta niha 245 welatiyên sivîl ku ji nava wan 41 zarok in û 26 jin in şehîd bûne û bi sedan jî birîndar bûne. Herwiha bi deh hezaran jî sivîl ji bajarê Efrînê koçber bûne. 

De Mistura amaje bi wê jî kir, kedên ji bo jinavbirina terorê nabe bibe bihane ji bo binpêkirina yasayên navdewletî, rewşa mirovî ya welatiyên sivîl li Xuta û Efrînê gelekî metirsîdar e.

 

S. B