Hêzên emnî yên Iraqî bi kebil û hemeran rastî xwepêşanderan tên

Di parçe vîdyoyekê de, derdikeve ku hemerên hêzên Siwat gellekî bilez xwe li nav xwepêşanderan dixe û beşek ji xelkê bineçarî baz didin daku otombêl li wan nekevin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên emnî û serbazî yên Iraqî rastî xwepêşanderên parêzgehên başûrê Iraqê tên û ji bilî rêgirtinê li ber wan û desteserkirina çalakvanan û kuştin û birîndarkirina dehan xwepêşander, niha dest bi eşkencedana xwepêşanderan kirine.

Li gorî vîdyoyekê ku li torên civakî hatiye belavkirin, hêzên (Siwat) yên Iraqî li bajarê Semawa yê navenda parêzgeha Musenna, bi riya otombêlên hemer ên serbazî, xwe li nav xwepêşanderan dixin û dixwazin bi wê riyê wan ji hev belav bikin.

Di wê parçe vîdyoyê de, derdikeve ku hemerên hêzên Siwat gellekî bilez xwe li nav xwepêşanderan dixe û beşek ji xelkê bineçarî baz didin daku otombêl li wan nekevin.

Herwiha di vîdyoyeke din de, ku dîroka roja 15/7/2018an li ser hatiye nivîsandin û li bajarê Besra hatiye tomarkirin, hêzên emnî û serbazî li kolanên wî bajarî xwepêşanderan desteser dikin û bi keblan wan eşkence dikin.

Ev bû nêzîkî 10 rojan welatiyên parîzgehên başûr û navenda Iraqê, li dijî nebûna av û karebê û xizmetkariyan û bi sedema bilindbûna rêjeya bêkariyê, dest bi xwepêşandanên berfireh kirine û dibêjin, heya ku Hikûmet daxwazên wan bicî neke, ew xwepêşandanan ranawestînin.

N.O