Salih Mislim: Danûstandinên bi hikûmetê re nebûne rêkeftin

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim radigihîne, ti pêşketin di danûstandinên wan bi hikûmeta Sûriyê re çê nebûne û ti rêkeftin jî derbarê Efrînê de nehatine kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim radigihîne, ti pêşketin di danûstandinên wan bi hikûmeta Sûriyê re çê nebûne û ti rêkeftin jî derbarê Efrînê de nehatine kirin.

Salih Mislim li Berlînê ji rojnamevanan re ragihand, ew li dijî perçekirina Sûriyê ne û tenê wan daxwaza rêveberiyeke xweser li wî welatî kirine.

Got jî, wan daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kirine ku derbasî Efrînê bibe û sînorê xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêze, lê hikûmeta Sûriyê bersiv nedaye wan. Tirkiye jî êrîşên xwe li ser Efrînê  berdewam dike.

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Dîplomasî ya TEV-DEMê tekez kir jî, danûstandinên wan derbarê Efrînê de bi hikûmeta Sûriyê re heye, lê ew danûstandin hîn nebûne rêkeftin.

Ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di 20ê meha bûrî ve, Encûmena Cibicîkar a Efrînê di nameyekê de bang li hikûmeta Sûriyê kiribû ku bê Efrînê û sînorê xwe li hember êrîşa Tirkiyê biparêze.

Her di wê derbarê de, duh Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ji K24ê re aşkere kir, wan daxwaz kiriye artêşa Sûriyê bê Efrînê, lê ta niha ti rêkeftin nehatiye kirin.  

 

S. B