Parlemantoya Iraqê ji bo gefên Tirkiyê li ser Şingalê dicive

Parlemantoya Iraqê îro derbarê gefên Tirkiyê û destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Şingalê kom dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemantoya Iraqê îro derbarê gefên Tirkiyê û destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Şingalê kom dibe.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, biryar e îro parlemantoya Iraqê kom bibe û mijara sereke ya kombûnê jî taybet bi guftûgokirina egerên êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Şingalê dibe.”

Civîna parlemantoya Iraqê di demekê de ye, pêştir Serokwezîrê Tirkiyê pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re kiribû û ragihandibû, ku bê razemendiya Iraqê operasyona Şingalê encam didin.

Ji aliyekî din ve, Peyvdarê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Şî'î di daxuyaniyekê de ragihandibû, “Her êrîşeke Tirkiyê li ser Iraqê, dijminane û dagîrkirin e. Em ligel parastina serweriya Iraqê û li dijî destêwedana derveyî ne. Serweriya Iraqê hêleke sor e û nabe Tirkiyê wê derbas bike. Ewê Tirkiyê dike li dijî yasayên navdewletî û perensîpên cîrantiyê ye.”

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû, ku heger Hikûmeta Iraqê nikaribe PKK ji Şingalê derxîne, wê Tirkiyê dest bi operasyonekê li dijî PKK li Şingalê bike û got: "Sebra me beramberî Şingalê nemaye û li dijî PKKê emê her karekî bikin."

 

S. B