PDK: Bi YNKê re diçin Bexdayê

Berpirsê Pêwendiyên Kurdistan û Iraqê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên ragihand, PDK û YNK lihev kirine bi hev re û bi hevbeşî serdana Bexdayê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Pêwendiyên Kurdistan û Iraqê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên ragihand, PDK û YNK lihev kirine bi hev re û bi hevbeşî serdana Bexdayê bikin.

Elî Husên ji K24ê re ragihand, di demên bûrî de perensîpa tewafiqê nema bû. Heger tewafiq di hikumraniya Iraqê de çê nebe, me hewl da vegerin tewafiqê. Bêgûman hevbeşiya rasteqîne ya ku binemaye karê bû û li ser wê rêkeftibûn û di destûrê de hatibû jî nemîne, wê demê hevsengiya siyasî û hevbeşî jî namîne.

Got jî: “Em û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civiyan û hewl didin bi aliyên din yên Kurdistanê re jî bicivin, ji bo bikaribin hikûmetekê li ser binemaya şeraketê li Iraqê damezrînin û şeraket bi hemû pêkhateyan re be.”

Elî Husên tekezî li ser rêkeftina bi YNKê re kir û got, bi YNKê re rêkeftine ku bi hev re bin. Bi hev re biçin Bexdayê. Nabe her yek bê agahdariya ya din biçe Bexdayê. Hewl jî bidin di serdana vê carê de bi hev re bin. Hewl jî bidin baweriyê bi aliyên din re jî dirust bikin, ji ber ku çendî Kurd yekrêz be, pêgeha Herêma Kurdistanê bihêztir dibe.”  

 

S. B