Barzanî: Di Iraqê de her bi nilkolkarî û çewisandinê bersiva Kurd hat dayîn

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Kongreya Niştimanî a Iraqî kir û ragihand, gelê Kurdistanê hemû rêyên bo hevjarî û pêkvejiyana di çarçoveya Iraqê de ezmûn kir û hemû jî bi nikolîkarî, berawîzxistin û çewisandin bersiva wê hat dayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Barzanî tekezî li wê yekê kir, niha gelê Kurd dixwaze raya xwe bigihîne civaka navdewletî û bi riya aştiyane û diyalogê û jihevtêgihêştinê daxwaza mafê xwe dike.

Şanda bilind a Partiya Kongreya Niştimanî a Iraqî ji Sekreterê Giştî yê wê partiya Aras Hebîb Kerîm û endamên serkirdayetiyê Nûrî Bedran, Hanî Îdrîs, Leys Şêr û Cemîl Mihemed pêk hatibûn.

Wê şandê di civînê de ragihand, piştî koça dawî ya Ehmed Çelebî, partiya wan di qonaxeke dijwar re derbas bû, lê wan karî xwe ji astengiyan derbas bikin.

Herwiha piştevaniya xwe bo mafê rewa ya diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê û encamdana referandûmê derbirî û amadehiya xwe bo hemû cure piştevaniyekê bo serkeftina zêdetir a wê proseyê nîşan da.

Di beşeke din a civînê de, derbarê rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinan, metirsiya nemana tewafiq û hevpariyê û ew gefên ku di qonxa bê de rûbirûyî Iraqê bibin de, herdu alî hevnêrîn bûn li ser berdewaniya hevahengî, pêwendî û hevşêwiriyê.

Her yek ji endamên Polîtburoya PDKê Fazil Mîran û Mehmûd Ehmed di civînê de beşdar bûn û bîr û nêrînên xwe derbarê rewşa siyasî, ewlehî û şerê li dijî terorê li mûsilê û qonaxa piştî DAIŞê bi hev ragihandin.