Konseya Ewrûpa Tirkiye bi binpêkirina mafên ramanî tewanbar dike

Komîserê Mafên Mirovan yê Konseya Ewropayê dibêje, li Tirkiyê rojnameger bi daxwaza desthilatê tên zîndanîkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîserê Mafên Mirovan yê Konseya Ewropayê dibêje, li Tirkiyê rojnameger bi daxwaza desthilatê tên zîndanîkirin.

Di Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê de, doza nivîskar û rêveberên rojnameya Cumhuriyetê ku li Tirkiyê hatine girtin, destpê kir.

Komîserê Mafên Mirovan yê Konseya Ewropayê Nîls Muîznîkes wek parêzer beşdarî dozê bû û 6 raport pêşkêşî dadgehê kirin û daxwaza berdana rojnameger û nivîskaran kir.

Da zanîn, piştî hewla derbeya leşkerî, gelek rojnameger jiber hizr û ramanên xwe hatine girtin û sedemên girtina wan nezelal e û neyasayî ye.

Li gor daxuyaniyên komeleyên rojnamegeriyê, li Tirkiyê nêzîkî 170 rojnameger û medyakar di zîndanê de ne.