Heşda Şeibî ji navçeyên Sunnî yên Iraqê vedikişe

Heşda Şeibî biryar da ku çekdarên wê ji tevahiya navçeyên ji destê DAIŞê rizgar kirine bi temamî vekişn û ew navçana ji parêzgehên Selahedîn, Enbar û Nînewa pêk tên.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Desteya serkirdatiya Heşda Şeibî biryar da, ku çekdarên Heşdê ji tevahiya navçeyên ji destê DAIŞê rizgar kirine bi temamî vekişn, ku ew navçana jî ji parêzgehên Selahedîn, Enbar û Nînewa pêk tên.

Li gorî rojnameya El-Şerq El-Ewset, ji bilî kişandina çekdarên Heşda Şibî ji wan navçeyan, wê nivîsgehên Heşdê li parêzgehên navhatî bên girtin.

Duh Duşemê, cîgirê fermandarê çekdarên Heşda Şibî Ebû Mehdî Muhendis, daxuyaniyek li ser vê pirsê belav kir û têde got: Wê baregehên Heşda Şibî li navçeyên hatine rizgarkirin, bên valakirin û her baregeheke din ku pêwendiya wê bi Heşda Şeibî re hebe, wê li bajarên azadkirî bên girtin.

Di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya El-Şerq El-Ewset, pisporê girûpên çekdar Dr. Haşim El-Haşimî got: Pêwendiya van pêşhatan û kişandina çekdarên Heşdê, bi civîna berpirsên  Amerîkî û Îranî re heye, ku berî niha ew civîn li welatê Umanê hatibû lidarxistin û niha kar li ser wê yekê tê kirin, ku Îran hêzên xwe ji Sûrya bikişîne û hejmûna xwe jî li ser Iraqê kêm bike.

Çekdarên Heşda Şeibî ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin û berî niha li çendîn navçeyan, bi encamdana tawanên dijî mirovatiyê beramberî Kurd û Erebên Sunne hatine tometbarkirin.

N.O