PDK: Ezmûna 50/50 ne serkeftî bû

Partiya Demokrat a Kurdistanê hikumeta fereh alî û ya pêncî bi pêncî bi ezmûnek ne serkeftî dizan e

K24- Navenda Nûçeyan

Endama Sekirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Çnar Se'ed Ebdula ragihand, tevî hebûna cudahiya digel Yekîtî li ser hinek xalan, lê Partî bi pêwîst û giring dizan e, Yekîtî di hikumeta nû ya herêma Kurdistanê de beşdar bibe.

Balkişand ser wê yekê ku, Partî û Yekîtî bi hevbeşî îdareya hukimraniya herêma Kurdistanê kirin e, lewma digel wê yekê ne, YNK di hikumetê de beşdar be.

Herweha, Partiya Demokrat a Kurdistanê hikumeta fereh alî ya pêncî bi pêncî bi ezmûnek ne serkeftî dizan e. Bo kabîneya nû jî, li alternatifan digere û baştirîn bijarde jî li cem Partî, rêzgirtin e li dengderên xwe, bo serederî kirin digel aliyan. Lê endamek Serkirdayetiya Yekîtî dibêje, hikumeta pêncî bi pêncî, ji hikumetên din serkeftîtir bû. 

 

 

 

C.B