Hewlêr û Bexda mîkanîzmên çarekirina kêşeyan diyar dikin

Şanda bilind a Hikûmeta Iraqê, bi serokatiya parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê, îro civînên xwe derbarê destnîşankirina mîkanîzma çarekirina pirsgirêkên teknîkî di nav Hewlêr û Bexdayê de destpê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro şanda bilind a Hikûmeta Iraqê, civînên xwe derbarê destnîşankirina mîkanîzma çarekirina pirsgirêkên teknîkî, yên di nav Hewlêr û Bexdayê de destpê dike.

Piştî ku şevê din, şanda bilind a Hikûmeta Iraqê, bi serokatiya parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq gihişte Hewlêrê, biryar e îro derbarê mijarên diravî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de gotûbêj bikin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e rêketinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, herwiha her yek ji pirsên vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê gotubêj bikin.

Hefteya derbasbûyî Kurdistan24ê ji ser zimanê jêderekî taybet di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihandibû, ku Bexda di van nêzîkan de, wê firîngehên Herêma Kurdistanê veke û mûçeyên fermanberan jî bişîne.

N.O