“Di bin navê veguherînê de dîroka sûrê tê talankirin”

Şandek ji Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) digel Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay serdana esnaf û malbatên navçeya Sûrê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Şandek ji Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) digel Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay serdana esnaf û malbatên navçeya Sûrê kir. Şanda ku digel Kemalbay serdana esnaf û xelkên taxên Elîpaşa û Lalebeyê kir; bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku di bin navê veguherîna bajarvaniyê de bêyî daxwaza xelkê taxan dîroka bajêr tê talankirin û ew ê tu car vê yekê qebûl nekin.

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ku wekî çavkaniya dîrokî û aboriya Diyarbekirê tê zanîn; piştî şerê xendekan ê sala 2015'an gelek koçberî, rûxandin û şerpezebûna aboriyê hat jiyandin. Şandek ji Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, digel Hevseroka Partiyê Serpîl Kemalbay, ji bo piştgiriya xwe ragihînin, serdana esnafên Kolana Gaziyê kir û piştre jî derbasî taxên Elîpaşa û Lalebeyê bû û li wan taxan li pirsgirêkên xelkê guhdarî kir. Serpîl Kemalbay piştî hevdîtinên bi esnaf û xelkê taxan re daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku li Sûrê dîrok tê talankirin û ew; vê yekê qebûl nakin.

Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay ragihand, "12'ê Îlonê de û pêvajoya piştî wê, bi polîtîkayên şer û pevçûnan xelkê gundan koçber bûn, hatin bi koça zordarî li bajaran bi cih bûn. Lê piştî 37 salan şert û merc ji bo Gelê Kurd û ji bo vê erdnîgariyê ber bi başiyê ve neçûn. Em dibînin ku şert û merc ji bo Kurdan zêdetir xirab bûn."

Aloziyên ku niha li taxên Sûrê dewam dikin; bi destpêka xwe digihîjin sala 2010'an ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Şaredariya Sûrê û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê de protokolek hatibû destnîşankirin û piştî şerê xendekan, di 21'ê Adara 2016'an de jî bi biryara wezaretê, ji sedî 82'yê Sûrê wekî malê gelemperiyê hat destnîşankirin û ji bo hilweşandina xaniyên taxên Elîpaşa û Lalebeyê xebat hatin destpêkirin. Li ser nerazîbûna xelkê taxan; Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî diyar kir ku; ji bo hêzên navneteweyî pêşî li rûxandina Sûrê bigirin, divê dengekî berz ê nerazîbûnê bibihîzin.

Mêrdînê Mîthat Sancar got jî: "Mixabin sazî û dezgehên navneteweyî her dem li hember neheqiyan bi lez û bez tevnagerin. Ya duduyan jî hinek rewş carinan wan sazî û dezgehan dixitimînin. Bi qasî ku em dibînin; desthilatiya Tirkiyeyê bi wan sazî û dezgehên navneteweyî re xebatan dimeşîne ev jî dibe sedema derengketina çareseriyan."

Piraniya xelkê ku heqdestê xaniyên xwe girtine, ji taxan derketine lê yên ku heqdestê xaniyên xwe kêm dibînin; naxwazin xaniyên xwe biterikînin û banga alîkariyê li rayedaran dikin.