Nêçîrvan Barzanî û berpirsên pile bilind ên Îran li Taranê gotûbêjan dikin

Îro şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel berpirsên pile bilind ên Îranê dicive û pêwendiyên herdu aliyan di warên cuda de gotûbêj dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştê serdana wî ji bo Bexdayê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel wî, duh êvarî gihiştin Taranê.

Li gorî zanyariyan, biryar e îro şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel berpirsên pile bilind ên Îranê bicive û pêwendiyên herdu aliyan di warên cuda de gotûbêj bike.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistan belav kiriye, ku serdana şanda pile bilind a Herêma Kurdistanê ji bo Taranê, li ser vexwendineke fermî ji Komara Islamiya Îranê ve hat. Ev jî yekemîn serdana şandeke pile bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo Îranê piştî encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê.

Duh jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, li Bexdayê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de dawîn pêşhatin siyasî û emnî li navçeyê û çareserkirina kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûra Iraqê hatin behskirin.

Herdu aliyan helwestên xwe li ser dawîn pêşveçûnên gotûbêjên tîmên di nav Hewlêr û Bexdayê de, li ser pirsên mûçeyên fermanberan û xalên sînorî û firîngehên Herêma Kurdistanê dan xuyakirin û tekezî li ser berdewamiya wan civînan kirin, daku di zûtirîn dem de mûçeyê fermanberan bên şandin û firîngehên Herêma Kurdistanê bên vekirin.