Amerika: Ligel Hewlêr û Bexdayê têkoşîna me lidij DAIŞ berdewam e
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdara Wezareta derve ya Amerikayê Heather Nauert ragihand ku, ligel Hewlêr û Bexdayê têkoşîna wan a lidijî rêxistina terorê DAIŞê dê berdewam be.
Nauert got ku, Dewletên Yekbûyî yên Amerika bi biryar e ku, ligel hukimetên Hewlêr û Bexdayê têkoşîna xwe lidijî DAIŞê berdewam bike.
Nauert liser seredana Cîgirê Wezîrê derve yê Amerika û Wezîrê derve yê bi wekalet John Sullivan a Bexdayê jî rawestiya û ragihand ku, Amerika ji êrîşa hêzên hewayî yên Iraqê ser bîngehên DAIŞê li nav Suriye agahdar bû.
C.B