“Bi hikûmeta Sûriyê re birêvebirina dezgehan nehatiye behskirin”

Hevseroka Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê ragihand, di rêkeftina di navbeyna wan û hikûmetê de behsa rêvebirina dezgehan li Efrîn hîn jî nehatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê ragihand, di rêkeftina di navbeyna wan û hikûmetê de behsa rêvebirina dezgehan li Efrîn hîn jî nehatiye kirin.

Hevseroka Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê Foza Yusif  ji Ajansa “Reuters” re ragihand, Rûsyayê biryara lîstoka li Efrînê da û berî niha kar ji bo vê yekê ligel Tirkiyê dikir, Kurd jî wekî karteka fişarê li ser Enqerê bikar anî. Berovajî vê yekê bi Kurdan re jî dikir.

Bi gotina Foza Yusif, di rêkeftina di navbeyna wan û hikumetê de behsa birêvebirina dezgehên li Efrînê hîn jî nehatiye kirin, û babeta sereke niha tenê ji bo rûbirûbûna bi Tirkiyê re ye .

Eşkere jî kir, ew ê paşê mijarên ku bi dewletê û birêvebirina dezgehan ve girêdayî ne, bi hikûmetê gotûbêj bikin.

Ji 20ê vê mehê ve û ligel rêkeftinekê di navbera YPG û artêşa Sûriyê de, sê karwanên Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve gihîştin Efrînê.

Peyvdarê Giştî yê YPGê Nûrî Mehmûd jî ragihand, bi  sedan endamên Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve li hêlên pêşî yên navçeyên Efrînê belav bûne, lê hejmara wan ji bo rûbirûbûna artêşa Tirkiyê kêm e. Herwiha ew dixwazin artêşa Sûriyê ya fermî biçe Efrînê û sînorê xwe biparêze.”

 

S. B