HUDA-PAR daxwaza çareseriya dadperwerane ji pirsa Kurd re dike

. Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu got; Kurd ji beriya Tirkan li ser vê axê hebûn, Pirsa Kurd ne pirseke aborî yan jî terorî ye; pirseke maf û hiqûqî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Doza Azad HUDA-PAR'ê di derbarê çareserkirina Pirsa Kurd de bi kongreyeke rojnamegeriyê bangewaziya çareseriyeke dadperwerî kir. Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu got; Kurd ji beriya Tirkan li ser vê axê hebûn, Pirsa Kurd ne pirseke aborî yan jî terorî ye; pirseke maf û hiqûqî ye. Yapicioglu xwest ku li Tirkiyeyê Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

Zekeriya Yapicioglu - Serokê Giştî yê Huda-Parê diyarkir:

"Kurd ji beriya ku Tirk werin Anatolyayê, bi hezaran salan li ser vê axê dijiyan.  Kurd ne kirêdar an jî penaberên vê axê ne; Kurd yek ji miletê damezirînerê vî welatî ne. Lê hebûn û nasnameya Kurdan hatiye înkarkirin. Ji bo çareseriyê jî tu gavên rast nehatine avêtin. Pirsa Kurd çareser nebûye; ew pirsa me hemûyan e. Pirsa Kurd ne pirsekî aborî, tundî yan jî terorî ye; ew pirseke maf û edaletê ye. Heger Pirsa Kurd çareser bibe, dê Rojhilata Naverast jî aram bibe. Divê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye vê pirsê li dijî hev û din bi kar neynin, divê ji hev û din re bibin alîkar. Pêwîst e neheqiyên aborî, siyasî, civakî û çandî ji holê bên rakirin. Divê çareserkirina Pirsa Kurd bi çekdanîna tu rêxistinekê ve neyê girêdan. Divê maseyeke gilover were danîn û dewlet û aliyên Kurdan li ser rûnin. Divê li Tirkiyeyê Zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî."

 

 

C.B