Amerika li Heşda Şabî xist an na?

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Amerikayê (Pentagon) ew nûçeyan ku, Amerika Heşda Şabî bombardiman kiriye bi derew derxist û diyarkir: “Ew nûçeyên ku Hêzên Hevpeymanan êrîşî Heşda Şabî kirin e bi temamî derew in. Di dema tê diyarkirin de, tu çalakiyek an operasyonek Hevpeymanan li deverê rû nedaye”.

Li aliyê din Hêza Ketaib Seyid Şuheda di daxûyaniyek nivîskî de diyarkir: “Hêzên Amerika liser sînorê Suriye – Iraqê borduman hemberî hêzên me lidar xistin”.

Hin aliyên Heşda Şabî gef li Amerika kirin û gotin ku, ew dê bersîva Amerika bidin.

Herweha hatibû gotin ku, 36 çekdarên Heşda Şabî hatine kuştin û 80 jî brîndar in.