Barzanî: Gelê Kurd di 25ê Îlonê de dîrokeke nû tomar dike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya 56emîn hilgirsandina şoreşa mezin a Eylûlê ragihand, hilgirsandiye li 25 Eylûlê, dîrokekî nû tomar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya 56emîn hilgirsandina şoreşa mezin a Eylûlê ragihand, hilgirsandiye li 25 Eylûlê, dîrokekî nû tomar dike.

Barzanî di peyama xwe de radigihîne, “Îsal salvegera şoreşa Eylûlê di demek de ye ku tenê du hefte mane heta gelê me biryara xwe ya ji bo serbestî û azadiyê bi hemû cîhanê rabigihîne.”

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi boneya 56emîn hilgirsandina şoreşa mezin a Eylûlê wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro salvegera pencih û şeş (56) saliya hilgirsandina şoreşa mezina Eylûle, şoreşek ku bawerî bi xwebûnê û îradeyê li dilê hemû takekî Kurdistanê da dirust kir. Îsal salvegera şoreşa Eylûlê di demek daye ku tenê dû heftî maye heta gelê me biryara xwe ya ji bo serbestî û azadiyê bi hemû cîhanê rabigihîne û mîzginî bide şoreşa Eylûl û hemû şoreş û berxwedanên dinê gelê me û berhemê wan hemû qurbanîdan û xweragiriyê biçîne. Gelê Kurdistanê şoreşa "Belê ji bo serbixweyî" hilgirsandiye li 25 Eylûlê, dîrokekî nû tomar dike.

Şoreşa Eylûlê û hemû şoreş û berxwedanên dinê gelê me tenê ji bo azadî û serbixweyî bûne, nabê xwîna bi naheq rijiyayî ya zarokên gelê me bê encam bê. Divê cîhan guh bide dengê azadîxwazên Kurdistanê, divê hawara 182 hezar enfalkiriyê Kurdistanê li navendên biryara cîhanê da bê bihîstin, divê guh bidin nalîna 5 hezar şehîd û dehan hezar birîndarên Helebçe, divê cîhan guh bide hawara 8 hezar Barzaniyên enfalkirî û 12 hezar gencên bê serûşûnê Kurdên Feylî, dengê şehîdan û kesukarên wan, divê "Belê ji bo serbixweyî" û li 25ê Eylûlê da li dergeha wîjdana hemû cîhanê dide.

Li salvegera şoreşa mezina Eylûlê da silav ji bo giyanê pakê hemû şehîdên rêya azadiya gelê me re dişînîn. Silav li Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê. Silav li gelê xweragiriya Kurdistanê