Di seredana Tillerson a Tirkiye de, çi rû da?

Di encama hevdîtinên 2 rojan de ti nîşaneya lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê nîn e. Bes biryar hate girtin ko mekanîzmayek were avakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di nav 3 rojan de serdana 4 welatên wekî Misir, Kuveyt, Urdun û Lûbnanê kir lê serdana wî ya Tirkiyeyê 2 rojan girt. Lewra di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pirsgirêkên kûr hebûn. Wekî Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu jî anîbû ziman, pêwendiyên wan an dê baş bûbaya an jî dê bi yekcarî têkbûçaya. Ji ber vê yekê Tillerson dema gihişt Enqereyê bêyî ko dem derbas bike yekser çû cem Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî. Lê Tillersonî rêgezên protokolê şikênand. Lewra digel Erdoganî heta 3 seetan bê wergera xwe axifî û axaftinên wan Çavuşoglu wergerand.

Ji wê hevditina dirêj ti encameke konkret ango berceste derneket. Tenê jêderên Serokomariya Tirkiyeyê bi daxûyaniyeke kurt  ragihandin ko Erdogan dilgiraniyên xwe bi zelalî  aniye ziman.

Piştî vê yekê hevdîtina Tillerson û Çavuşoglu giringiya xwe zêdetir kir û çavê herkesî li kombûna wan a dê roja din destpêbikira bû. Tillseron sibêhî zû serdana Çavûşoglu kir. Diyar bû dê hevdîtinek dijwar bûya. Lewra Tirkiye nerazîbûna xwe bi riya xwenîşanderan tianî ziman. Di dîmenekî de wisa hate têgihiştin ko Çavûşoglu ber pencereyê xwenîşandana ber derî nîşanî Tillersonî dikir.

Hevdîtina Tillerson û Çavuşoglu  jî wekî şeva borî dirêj bû û ji bo çareserkirina pirsgirêkan ti encameke berceste derneket.

Çavuşoglu di destpêka axaftina xwe de bi eşkereyî da zanîn ko ew digel Amerîkayê ji konxek krîtîk derbas dibin û behsa pirsgirêkên wekî piştgirîkirina YPGyê, Tevgera Fetullah Gûlen kir. Ji bo çareseriyê jî got wan lihevkirine mekanîzmayek hevbeş ava bikin.

``Me biryar girt ko ji bo asayîkirina pêwendiyan û çareserkirina pirsgirêkan çend mekanîzmayan ava bikin. Ev mekanîzma dê li ser meseleyên wekî qrîza vîzeyan, konsolxaneya Stenbolê, Tevgera Fetullah Gûlen, piştgirîkirina YPGyê, şerê terorê, qrîza Suriyeyê û Iraqê kar bike. Armanca vê mekanîzmayê hevdû xapandin nîne û ew dê meha Adarê dest bi kar bikin. ``

Tirkiye her tim digot divê Amerika û YPG li Minbicê nemînin. Tillerson jî wekî Tirkiyeyê bi eşkereyî axifî. Ew ji Minbicê venakişin.

``Li ser meselaya Minbicê digel Erdogan û Çavuşoglu bi zelalî axifîm. Minbic ji bo me deverek gelek stratejîk û girîng e. Ji ber ko Minbic xala destpêkê ya jinavbirina DAÎŞê ye. Divê em piştrast bin DAÎŞ careke din serî hil nede. Ji ber vê yekê me hêzên xwe li wir bicih kiriye. Ji bo me girîng e hêzên hevpeyman Minbicê kontrol bikin. Pirsa Minbicê karê herî sereke ye ko em digel Tirkiyeyê çareser bikin.``

Piştî civîna çapemeniyê daxûyaniyek hevbeş jî hate dayîn.

Di encama hevdîtinên 2 rojan de ti nîşaneya lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê nîn e. Bes biryar hate girtin ko mekanîzmayek were avakirin. Gelo ev mekanîzma dê dilê Tirkiyeyê xweş bike an na?

Bersiva vê pirsê jî dê dem bide.