Kurdistan çarenivîsa xwe diyar dike

Îro gelê Başûrê Kurdistanê di poseyeke dîrokî û çarenivîsî de diçin ser sindoqên dengdanê û çarenivîsa xwe diyar dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro gelê Başûrê Kurdistanê di poseyeke dîrokî û çarenivîsî de diçin ser sindoqên dengdanê û çarenivîsa xwe diyar dikin.

Proseya li navçeyên Herêma Kurdistanê û tevahiya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê yên di bin kontrola hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi rê ve diçe.

Li gor zanyariyên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 5 milyon welatî beşdarî proseya referandûmê dibin û dikarin dengên xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.

Ji roja 23 Îlonê ve, Kurdistaniyên li derveyî welat di riya sîstema eliktronî dest bi dengdanê kirin û li gor zanyariyên destpêkê piraniya Kurdên li derve dengê “Belê” dane.

Tevî ku zêdetir ji sê mehan e, serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê di bin fişareke mezin ya navxweyî, welatên cîran û cîhanê de bû, lê Encûmena Bilind a Referandûmê ku nûnerên piraniya partiyên Kurdistanî tê de ne, bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar dan referandûm bipaş nekeve û di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve biçe.

Di roja 5ê Îlonê de, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan deriyê bangeşeya ji bo referandûmê vekiribû û bi sedan hezar Kurd li hundir û li derveyî welat aheng, festival û kernevalê camewerî bi beşdariya Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê û xwendina gotaran rê ve çûbûn.

Ji ber wê, îro Kurdistanî vê rojê bi dîrokî û derfeta zêrîn binav dikin, ku bi sedan salan bi xewna vê rojê bû û beşdariyê di proseyekê de bikin û deng bidin serxwebûna Kurdistanê.

Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragihandiye, hemû amadekariyên ji bo birêveçûna vê proseyê hatine kirin û tevahiya pêwîstiyên dengdanê li binkeyên dengdanê hatine danîn û bi sedan çavdêr û medyayên biyanî û navxweyî beşdarî çavdêrî û romalkirina proseyê dibin.

Li go zanyariyên komisyonê, proseya dengdanê 10 demjimêran berdewam dibe, 68 binke ji bo dengdana taybet hatine danîn, 320 tîmên çavdêriyê beşdarî çavdêriyê dikin û dengdana taybet ji demjimêr 7:00 destpê kiriye û karmendên komisyonê û hêzên ewlehiyê û Pêşmerge beşdarî dengana taybet dibin.

Welatiyên Herêma Kurdistanê bi cil û bergên Kurdî wek roja cejnan xwe amade kirine û bi aştî, azadî û aramî ji demjimêr 8:00 dê biçin ser sindoqên dengdanê û çarenivîsa xwe diyar bikin.