Rûsya: Projeyên me li Kurdistanê berdewam dibin

Wezîrê Wize yê Rûsyayê Alexander Novak ragihand, welatê wî tevî liberçavgirtina gefên Tirkiyê, lê projeyên wan li Herêma Kurdistanê berdewam dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Wize yê Rûsyayê Aleksander Novak ragihand, welatê wî tevî liberçavgirtina gefên Tirkiyê, lê projeyên wan li Herêma Kurdistanê berdewam dibin.

Wezîrê Wize yê Rûsyayê tekez kir, pêwîst e Rûsya berdewam be ji bo cibicîkirina projeyên xwe li Herêma Kurdistanê û got: “Gazprom neft di cibicîkirina projeyên xwe berdewam dibe li Kurdistanê, li gor rêkeftinên berê, ku hemû alî li ser rêkeftibûn.”

Li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a ragirtina boriya petrola Herêma Kurdistanê, ku di xaka Tirkiyê re derbas dibe, Wezîrê Wize yê Rûsyayê ragihand, “Em wê pirsê ligel aliyên pêwendîdar guftûgo dikin.”

Gazprom neft a Rûsî, ji sala 2012an ve li kêlgehên petrolê yên li Germiyan, Helebce û Şakel kar dike.

Li gor amarên ku ew kompanya pêşbînî dike, berhema salane ya kêlgeha Şakel heta sala 2022an, digihe “2 milyon ton”