Hevkariya Qeter û Tirkiye berferehtir dibe

Wezîrê Derve yê Qeterê Casim El Thanî îro serdana Tirkiyeyê dike û hevdîtinên girîng ligel berpirsên wî welatî lidar dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Qeterê Casim El Thanî îro serdana Tirkiyeyê dike û hevdîtinên girîng ligel berpirsên wî welatî lidar dixe.

Wezîrê Derve yê Qetarê Casim El Thanî derengê şevê gihişt Tirkiyeyê û dê îro digel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu kom bibe û di derbarê krîza Qeterê û pirsên herêmî de biaxifin.

Tê pêşbînîkirin Çavuşoglu û Casim El Thanî piştî kombûnê civîneka çapemeniyê pêk bînin.