YNK derbarê êrîşa li ser Tevgera Goranê de daxuyaniyek belav kir

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) red dike ku niyaza wê hebe êrîşeke leşkerî bibe ser Tevgera Goranê. Ameje bi wê jî dike, ji bo çareserkirina pirsgirêkan YNK bi ti awayî bijardeya leşkerî hilnabijêre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) red dike ku niyaza wê hebe êrîşeke leşkerî bibe ser Tevgera Goranê. Ameje bi wê jî dike, ji bo çareserkirina pirsgirêkan YNK bi ti awayî bijardeya leşkerî hilnabijêre.

Di daxuyaniyekê de Polîtburoya YNKê aşkere dike, “Tevgera Goranê nameyeke fermî ji Nûnerê Netewên Yekgirtî li Iraqê û konsolxaneyên li Herêma Kurdistanê re şandiye û tê de gotiye ku YNKê bi niyaz e êrîşeke leşkerî bibe ser wê.”

Polîtburoya YNKê wê nameya Goranê red dike û dibêje: “Em wê propagandeyê red dikin, di heman demê de jî di nava hikûmetê de û di nava YNKê de xwe bi berpirsyar dizanin derbarê parastina ewlehiya Kurdistanê û serweriya yasayê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, “Ti carî YNKê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û yasayî berê xwe nade bikaranîna hêzê. Herdem YNKê di nava şoreşê de û piştî raperînê berevaniya xwe kiriye, berevanî jî mafekî pîroz e. Ew pirsgirêkên ku li ser hejmaretina dengan bi amûreya eliktornî derketine, YNKê helwesta xwe ji bo wê zelal e.”

Derbarê rêjeya dengan li Kerkûkê, YNK dibêje: “YNK daxwaz dike ku wek bajarên din ên Iraqê encamên hilbijartinan li Kerkûkê bêne qebûlkirin û gilî û gazin aliyên din li Komisyona Bilind a Hilbijartinan bêne tomarkirin û li gor yasayê bêne çareserkirin.”

 

S. B