Trump hotelekê li Hewlêrê vedike

K24 – Navenda Nûçeyan

Malpera “Forbes Middle East” belav kiriye, ku çend raportan amaje bi wê kirine, eger heye Serokê Amerîka Donald Trump di demeke nêzîk de yek ji hotelên xwe yên şahaniyê li bajarê li Enkawa ya Hewlêrê veke.

Li gor raporta Forbes Middle East, ku şarazeyê karûbarên Kudistanê Zach D. Huff nivîsiye, li bajarê Kerkûkê tenê û di sala borî de, ji ber aramiya ku Pêşmerge li wî bajarî peyda kiriye, bi yek miyar Dolar weberhênan bûye.

Hevdem wê raportê daye zanîn, hikûmeta Herêma Kurdistanê serkeftî bûye û ji sedî 25 ji qerzên xwe dane.