"DAIŞê çek ji Amerîka û Siûdiyê jî wergirtiye"

"Amerîka û Siûdiyê çek ji opozisyona Sûriyê re dişandin, lê di dawiyê de ew çek deketin destê çekdarên DAIŞê de."

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî navendeke lêkolînên biçekkirinê, beşek ji wan çekên ku Amerîka û Siûdiyê ji opozisyona Sûriyê dişandin, diketin destê çekdarên DAIŞÊ de.

Ajansa reuters ji dezgeha lêkolînên biçekkirinê veguhistiye, ku dema ku çekdarên rêxistiya DAIŞê êrîşî Sûriyê û Iraqê kirin, wê rêxistiyê piranya çekên xwe ji artêşên herdu welatna Sûriyê bidest xist, lê hin welatên din jî, wek Amerîka û Siûdiyê çek gihandine destê DAIŞê.

Bi gotina wê dezgehê: "Amerîka û Siûdiyê çek ji opozisyona Sûriyê re dişandin, lê di dawiyê de ew çek deketin destê çekdarên DAIŞê de."
Wê navendê 12 haletên bidestxistina çekan ji alyê DAIŞê ve li nav Sûriyê tomar kiriye.