Li Siwêregê komeleyên Kurdên Zaza piştgiriya referandûmê kir

kurdistan24.net

 

K24 – Siwêreg

Kurdên li Bakûrê Kurdistanê, ji bo piştgiriya xwe ya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, peyamên xwe li peyî hev radigihînin. Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ku giraniya niştecihan ji Kurdên Zaza pêk tê, bi dam û dezgehên xwe piştgiriya xwe ya ji bo Referandûma 25'ê îlona 2017'an ragihandin. Peyama Kurdên Zaza ew e ku; Referandûm mafê hemû gelan e û biryara ku ji sindoqên Kurdistanê derkeve, divê di raya giştî ya cîhanê de bi rêzdarî were pêşwazîkirin.

Li bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê, piştgiriya welatiyên Kurd ên ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bê navber dewam dikin. Li navçeya Siwêregê ya Rihayê jî bi nêzîkbûna dîroka referandûmê re nûnerên Kurdên Zaza piştgiriya xwe ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ragihandin.

Endamê Komeleya Pêşvebirina Çand û Zaravayê Zazakî Sedat Koçal diyar dike ku mafê xwerêvebirinê, ji bo Kurdan êdî mafekî rewa ye. Sedat Koçal ji K24ê re jî wiha axivî: "Li Kurdistanê dê Referandûma Serxwebûnê çêbibe, dê Kurdên li wê derê hilbijartina xwe bi xwe bikin, ew ê biryara xwe bidin û ew ê xwe bi rê ve bibin. Biryara Kurdên Kurdistanê çi be, divê cîhan li hember wê biryarê rêzdar be. Em jî rêzdar in û em piştgiriya referandûmê dikin."

Di nav dam û dezgehên civakî yên Siwêregê de yek ji komeleyên ku piştgiriya xwe ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ragihand jî Komeleya Astengdaran a Siwêregê ye.

Serokê Komeleya Astengdarên Siwêregê Ferîdûn Şenateş jî diyar dike ku dîroka Kurdan li ser cefayê kemiliye lewra hêviya Kurdên Zaza jî ew e ku roja referandûmê dengê 'Erê' bi ser bikeve.

Ferîdûn Şenateş got jî: "Her mirov dixwazin xwe bi rê ve bibin. Kurdên Kurdistanê ewqas cefa kişandine, referandûm encam e. Em jî wekî Kurdên Zaza yên Tirkiye û bakûr, piştgiriya referandûmê dikin. Em hêvî dikin ku bi ser bikeve û bi labi xêr be."

Li Siwêrega Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê, Kurdên Zaza yên ku peyama xwe ya piştgiriyê li ser navê endam û rêveberiya saziyên xwe da, banga çûyîna ser sindoqan li xelkê Kurdistanê dikin û dibêjin ku; 'Referandûma 2017'an, roja bidestxistina bedêl û wendahiyan e ji ber vê yekê jî dengê 'Erê' çiqas zêde derkevin, dê rewabûna xwerêvebirinê di qada cîhanê de ewqas cihê xwe bigire.