Pêşmergeyên berê li referandûmê xwedî derdikevin

Peyameke xwedîderketinê jî ji aliye pêşmergeyên berê yên herêma Botanê ve hat dayîn. Pêşmergeyên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi taybetî jî di Şoreşa Îlon û Gulanê de xwedî ked û bexwedanê bûne dibêjin ku; bila rihê şehidên Kurdistanê şad be, referandûm mizgîniya serxwebûnê ye.
kurdistan24.net

 

K24 - Diyarbekir

Peyameke xwedîderketinê jî ji aliye pêşmergeyên berê yên herêma Botanê ve hat dayîn. Pêşmergeyên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi taybetî jî di Şoreşa Îlon û Gulanê de xwedî ked û bexwedanê bûne dibêjin ku; bila rihê şehidên Kurdistanê şad be, referandûm mizgîniya serxwebûnê ye.

Di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ji Herêma Botan heta Hekariyê niştimanperweran; bi mal û canê xwe mil dane birayên xwe yên Pêşmerge û ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyane. Li vê herêmê her gundek wekî Gundikê Melê, Roboskî, Bêjih, Bêrman û gundên din wekî meqerên Pêşmergeyan bûne. Yek ji cihên ku Qiyada Muwaqîd lê bû jî Gundikê Melê bû.

Evdilcelîl Bayramê Gundikî jî ji ciwaniya xwe ve di nav têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ye. Bayram got, ew şehidên ku di rêya têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xebat û xizmet kirine û sîngê xwe ji tanq û topan û gulebarênê re vekirine, em bi referandûmê mizgîniya azadiyê didin wan.

Pêşmergeyê berê Evdilcelîl Bayram ji K24ê re got: "Di 20 saliya xwe de me dest bi vê xizmetê kiriye. Ez û hevalên xwe me xizmeta şoreşê û Kurdistanê kir. Me û hevalên me yên ku şehîd ketine me ked û emek û bedêl dane. Wekî kakê Dirbasî… Pêwîst nake ku em navan bibêjin. Em ji bo referandûmê gelek kêfxweş in."

Pêşmergeyên berê behsa zilm û zordariya li Kurdan hatiye kirin dikin û dibêjin, lê dema ku Serxwebûna Kurdistanê were ragihandin, Kurd dê zordariyê li tu kesî nekin û dê her kesî hembêz bikin. Ehmed Bayram jî behsa hevkariya Kurd û Tirkan dike û dibêje; Kurdan ji şerê Melazgîrê heta îro destek dane Tirkan û divê Tirk jî vê yekê li ber çavan bigirin û li dijî Dewleta Kurdistanê dernekevin.

Pêşmergeyê berê Ehmed Bayram got jî: "Pêwîst e alîkariyê bidin me û me li ser piyan bihêlin. Îro rojeke xwedî taybetmendî ye ji miletê Kurd re. Bi hezaran sal in ku em li benda rojeke wiha sekinîne. Niha ne bi şer û dengê xwe bi îradeya xwe em ê bibêjin 'Erê'. Divê em bibêjin erê û sed caran erê."

Pêşmergeyên berê gotin ku em îro jî wekî duh amade ne xizmeta têkoşîna azadiyê bikin û bang li xelkê Kurdistanê dikin ku vê fersenda dîrokî bi kar bînin.