HSD: Pilanên me bi Hevpeymanan re bo piştî şerê DAIŞê jî hene

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî pêşbînî dike, şerî li dijî DAIŞê bi destpêka sala 2019an re bidawî bibe û radigihîne, hevahengiya wan û Hepeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê piştî şerê terorê jî berdewam dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî pêşbînî dike, şerî li dijî DAIŞê bi destpêka sala 2019an re bidawî bibe û radigihîne, hevahengiya wan û Hepeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê piştî şerê terorê jî berdewam dibe.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebadî ji rojnameya “al-Hayat” capa Londonî re ragihand, hevahengiya bi Hevpeymaniya Navdewletî di bilindtirîn ast de berdewam in û planên wan ên hevbeş ji bo qonaxa piştî bidawîhatina DAIŞê hene.

Li ser gefên rêjîma Sûriyê yên kontrolkirina navçeyên rohilatê çemê Ferêt, Mezlûm Ebdî got, ti karînên rêjîma Sûriyê nîn in ku bi bijardeya leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê biser bikeve. Ti rê li bijardeya li pêş rêjîmê nîn in ji bilî danûstandinê. Armanca rêjîmê ji wan gefan tenê astengkirina avakirina dezgehên medenî û leşkerî ne.

Fermandarê Giştî yê HSDê tekez kir jî, ew amade ne sînorê Sûriyê biparêzin.

Li ser pêwendiya HSD bi PKKê re, Mezlûm Ebdî red kir ku ti pêwendî di navbera wan û PKKê de hebe û diyar kir: “Em hêzeke Sûrî ne û lêvegera me ya siyasî tenê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk e.”

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD), roja 10ê vê mehê qonaxa dawî ya şerê li dijî DAIŞê li navçeyên rojhilatê çemê Firêt bi hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka ragihandibû.

 

S. B