Şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye

Peyamnêrê K24ê ragihand, şanda Herêma Kurdistanê îro piştî nîvro gihêşte Bexdayê û destpêkê ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê ragihand, şanda Herêma Kurdistanê îro piştî nîvro gihêşte Bexdayê û destpêkê ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiya.

Her îro jî biryar e Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê pêşniyazeke nû ji bo paşxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê ligel şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

Berpirsê Dosya Herêma Kurdistanê di Hevpeymaniya Miştimanî ya Şîeyên Iraqê ji paeyamnêrê K24ê re ragihand, amadekariyên temam bo pêşwazîkirina şanda Herêma Kurdistanê hatine kirin û got jî, Hevpeymaniya Niştimanî pêşniyazeke nû ji bo paşxistina referandûmê amade kiriye û ligel şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.  

Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm de ku roja 20 vê mehê li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna endamên Encûmena Bilind a Referandûmê û serkirdeyên aliyên siyasî bi rê ve çûbû, biryar hat dayîn ku di vê hefteyê de şandeke Encûmena Bilind a Referandûmê serdana Bexdayê bike û guftûgoyê li ser giriftên her du aliyan û pêşeroja pêwendiyan bikin.