Amerîka mercên başkirina pêwendiyên bi Rûsyayê re aşkere dike

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton mercên Amerîka ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Rûsyayê re aşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton mercên Amerîka ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Rûsyayê re aşkere dike.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton ligel Balyozê Rûsî yê li Amerîkayê Anatoly Antonov civiya.

Koşka Spî di daxuyaniyê de da zanîn, Bolton ragihandiye ku aloziya pêwendiyan di navbera Amerîka û Rûsyayê de ne di berjewendiya her du welatan de ne.

Her gotiye, ji bo asayîkirina pêwendiyan, pêwîst e Rûsya hejmarek ji dosyayan bi Amerîka re bi hûrî gotûbêj bike û wan yekalî bike. 

Koşka Spî hin dosya ji wan diyar kirin, ku destêwerdana Rûsya di hilbijartinên Amerîka yên sala 2016an, bikaranîna çekê kîmawî li Brîtanya û pirsên Ukraina û Sûriyê ne.

 

S. B