Nasnameya êrîşkarên ser avahiya parêzgeha Hewlêrê eşkere bû
K24 - Navenda Nûçeyan
Di kongirekî rojnamevanî hevbeş de, li gel Rêvebirê Polîsê Hewlêrê û Rêvebirê Asayişa Hewlêrê, parêzgarê Hewlêr Newzad Hadî ragihand, ku hersê çekdarên îro sibehê êrîşî avahiya parêzgeha Hewlêrl kirin, ji aliyê hêzên asayişê ve hatin kuştin û nasnameya wan li cem hêzên asayişê eşkere bûye.
Newzad Hadî di kongirê rojnamevanî de diyar kir, di demeke kin de ji wê êrîşê, hêzên asayişa Hewlêrê gihiştin cihê bûyerê û karîn di zûtirîn dem de rewşê kontrol bikin û hersê çekdaan bikujin.
Parêzgarê Hewlêrê got: Em xelkê Hewlêr û Kurdistanê piştrast dikin, ku ev corê kiryarên teroristî, nikarin me li ser xizmetkirina xelk û welatê me sar bikin.
Ji aliyê xwe ve, rêvebirê asayişa Hewlêrê (Tariq Nûrî) got: Nasnameya hersê kuştiyan li cem asayişê eşkere ye û lêkolîn bihûrî li ser wan tên kirin û piştre wê tevahiya zanyariyan ji nerîna giştî re bê ragihandin.
Derbarê ziyanên canî, rêvebirê Polîsê Hewlêrê (Ebdilxaliq Tel'et) eşkere kir, ku tenê fermanberekî xizmetkariya avahiya parêzgeha Hewlêrê şehîd bûye û sê kesên din jî birîndar bûne.
N.O