Xefûr Mexmûrî: Mesûd Barzanî sembola Pêşmergeyatî û berxwedana netewî ye

Sekreterê Yekîtiya Netewa Demokrat a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî pirtûkek li ser Mesûd Barzanî wek “Sembola Pêşmergeyatî û Berxwedana Netewî” nivîsiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Yekîtiya Netewa Demokrat a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî pirtûkek li ser Mesûd Barzanî wek “Sembola Pêşmergeyatî û Berxwedana Netewî” nivîsiye û di pêşgotina pirtûkê de dibêje: “Ev pirtûka li ber destê we, ji çend gotaran pêk tê û derbarê xema netewî û niştimanî, rewangeh, rol û pêgeha Birêz Mesûd Barzanî de ye, wek serkirdayekî tevgera rizgarîxwaz a niştimanî ya Kurdistanê û min hewl da li ser kesayetiya karizmî ya Barzanî wek sembola Pêşmerge û sembola berxwedana netewî biaxivim.

Pirtûka Xefûr Mexmûrî ji 136 rûpelan e û bi zimanê Erebî û Kurdî çapa yekem li ber destê xwendevanan e.

Nivîskarê pirtûkê dibêje: “Serok Mesûd Barzanî hemû temenê xwe weqfa Kurdistanê kiriye û berdewam li sengerên berevaniya netewî û parastina tevahiya pêkhateyên gelê Kurdistanê kiriye. Ji şoreşa Îlon û Gulanê û ta raperîna Buhara 1991an ya gelê Kurdistanê û di şerê parasrina Kurdistanê li hember êrîşên teroristên DAIŞê de, di yek demê de rola rêber û Pêşmerge girtiye ber.”

Herwiha nivîsiye: “Helwesta netewî û niştimanî û bêgûman hewlên Serok Barzanî yên gihandina gelê Kurdistanê bi kenara aram û ewle berdewam e û bi hevkariya piraniya partî û aliyên Kurdistanî biryar da di 25ê.9.2017an de referandûma serxwebûna Kurdistanê encam bide û di encamê de bi rêjeya ji sedî 92.3 ji dengan ji bo serxwebûna Kurdistanê bûn.”

Xefûr Mexmûrî dibêje: “Min ev pirtûk ji rewangeha netewî ve nivîsiye û dûrî hemû karîgeriyên partîtî û evê min li vir bibîr aniye rastiyên dîrokî ne û bîreweriyek in ji bo ewên li vir û li wir lê stemê dikin û rûyê rastî ya Serok Mesûd Barzanî serkirdeyê tevgera rizgarîxwaz a niştimanî ya Kurdistanê diyar nakin û dixwazin rastiyan bişêwînin, lê ew dengên neşaz wek herdem jî bê bandor dimînin.”

 

S. B