Îran deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re vedike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe ya Îranê ragihand, îro deriyê sînorî yê Hacî Omeran vedibe, lê serperiştyarê deriyê navdewletî yê Hacî Omeran wê nûçeyê red dike.

Wezîrê Navxwe ya Îranê Ebdilreza Fezlî îro di civîna ligel odeyên bazirganiyê yên Îranê de ragihand, biryar hatiye dan îro deriyên sînorî yên Hecî Omeran û Perwîzxan bên vekirin.

Serperiştê Komelgeha Deriyên Navdewletî ya Hacî Omeran Mesûd Batêlî ji K24ê re ew nûçe red kir û ragihand, deriyê sînorî yê Hacî Omeran girtî ye û derbarê wê pirsê de ti agahiyek ji aliyê Îranê ve negihêştiye wan.

Jêderekî agahdar ku nexwast navê wî aşkere bibe ji K24ê re got, Îran biryara vekirina deriyên sînorî yên Hacî Omeran û Perwîzxanê daye, lê ta niha venebûne û heger Îran li biryara xwe poşman nebe, sibe 18 Berçile bi fermî derî tên vekirin.