Koşka Spî: Beşar Esed amadekariya êrîşeke kîmawî dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka radigihîn, Serokê Sûriyê Beşar Esed amadekariya êrîşeke din a bi çekên kîmawî li Sûriyê dike.
Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer ragihand ku, zanyarî li cem wan hene ku Beşar Esed amadekariya êrîşeke din a bi çekên kîmawî li Sûriyê dike û hikûmeta Sûriyê wek heman amedakiriyên ku berî êrîşa kîmawî ya li ser Xan Şêxonê dike.
Sean Spicer hişyarî da rêjîma Sûriyê û got: “Heger Esed êrîşeke din a kîmawî bike û xelkê sivîl bikuje, ew û artêşa wî dê buhayên giran bidin.”
Washington rêjîma Sûriyê tuhmetbar dike ku wê êrîşa kîmawî a li ser Xan Şêxonê ya 4 Nîsana borî encam daye, ku di encamê de bêhtir ji 70 kesî canê xwe jidast dan.
Bi biryara Serokê Amerîka Donald Trump, roja 7 Nîsanê firokeyaneya Şuayrat a ku jê wê ve firokeyên Sûrî êrîşa kîmawî pêk anîbûn, bi 59 mûşekên Tomahokê hat armanckirin.