Erdogan: Amerîka belaş çekan dide terorîstan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand: “Tirkye nikare bi pereyên xwe çekan ji Amerîka bikire, lê Amerîka belaş çekan radestî terorîstên YPG dike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand: “Tirkye nikare bi pereyên xwe çekan ji Amerîka bikire, lê Amerîka belaş çekan radestî terorîstên YPG dike.”

Erdogan bi armanca beşdariyê di civîna komela giştî ya Netewên Yekgirtî de serdana Amerîka kir û ew daxuyanî dan kanala PBS, ku ew ji biryara Amerîka ya derbarê betalkirina dayina çekan ji bo pasewanên wî, dilgiran bûye, û got: “Bersiva hin pirsan jî nabînim, çawa Amerîka bê pere çekan radestî YPG dike.

Duh wezareta Derve ya Amerîka, pêşniyara firotina çekan ji bo parêzvanên Erdogan betal kir.