Rojnameya “Times”: Şam razî bûye Rêvberiya Xweser bide Kurd

Raporteke rojnameya “Times” a Brîtanî aşkere kir, nankokî di navbera Rûsya û Tirkiyê de derbarê çarenivîsa Kurd de hene û Rûsya li dijî wê yekê ye ku herêma bi ewle li bakurê Sûriyê ji Şamê bê birîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Raporteke rojnameya “Times” a Brîtanî aşkere kir, nankokî di navbera Rûsya û Tirkiyê de derbarê çarenivîsa Kurd de hene û Rûsya li dijî wê yekê ye ku herêma bi ewle li bakurê Sûriyê ji Şamê bê birîn.

Peyamnêrên wê rojnameyê yên li Moskoyê Richard Spencer Mark Bennetts di bin navnîşana “Rûbirûbûna Rûsya û Tirkiye derbarê çarenivîsa Kurd de” nivîsîne, “Ew rûbirûbûn bûye rastiyek, piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bîrokeya avakirina herêmeke bi ewle li bakurê Sûriyê bi armanca parasrtina sînorê Tirkiyê û dûrxistina şervanên Kurd red kir.”

Rojnameya Times a Brîtanî diyar kir, piştî civîna Erdogan û Putin li Moskoyê, di konferanseke rojnamevanî de Erdogan behsa herêma bi ewle li bakurê Sûriyê û nehîştina YPGê û DAIŞê kir, lê li hemberê Putin tekez kir, pêwîst e Tirkiye, Kurd û Şamê danûstandinan bikin û pirsgirêkan çareser bikin.

Rojnamê aşkere kir jî, danûstandina di navbera Kurd û Şamê de bi awayekî kirdarî piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê destpê kiriye û her du aliyan lihev kirine ku hêzên Kurdî cihên xwe yên nêzîkî sînorê Tirkiyê radestî hêzên Sûrî bike, li hemberê jî Kurd Rêveberiya Xweser werdigirin.