5 malbatên Kurd 50 roj in li firokxaneya Swîsrayê girtî ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Swîsreya 5 malbatên Kurd ku 27 kes in, zarok û jin jî nav de ne, nêzîkî 50 roj in li firokxaneya Bajarê Zurîxê radigire û dê wan vegerîne Efrîqyaya Başûr.
Nesredîn ku yek ji wan kesên li firokxaneya Zuîrxê girtî ye ji K24ê re got, 5 malbat ku ji 27 kesan pêk tên ji nêzîkî 50 rojî li firokxaneya Bajarê Zurîxê girtî ne û ji ber ku bi riya Efrîqya Başûr hatine Swîsrayê, hikûmeta Swîsrayê daxwaza penabertiya wan red dike û dê wan vegerîne wî Efrîqyayê.
Nesredîn amaje bi wê yekê kir, ew naxwazin vegerin Efîqyaya Başûr, ji ber ku metirsî heye ew jî wî welatî bo Tirkiyê bêne veguhastin û li Tirkiyê bêne sizadan.
Da xuyakirin jî, ew li firokxaneya Zuîrîxê rastî kiryarên xerap tên, cîhê lê hatine girtin ne tendurist e û zarokên wan nexweş ketine.
Taybet penaberên ku bi riyên ne yasayî çûne Swîsrayê, pêwist e li gorî Peymana Dublîn ya Yekitîya Ewropa li welatên ku jê hatine, bimînin.
S. B