13 sal sizayê girtîgehê bo Hozan Canê hate xwestin

Dozgeriya Tirk di dadgeha Edirne ya Sizayê Giran de daxwaza 13 sal sizayê girtîgehê bo Hunermenda Kurd a hevwelatiya Almanyayê Hozan Canê xwest

K24 – Navenda Nûçeyan

Dozgeriya Tirk di dadgeha Edirne ya Sizayê Giran de daxwaza 13 sal sizayê girtîgehê bo Hunermenda Kurd a hevwelatiya Almanyayê Hozan Canê xwest.

Di dema dîtina doza dijî Hozan Canê de karmendek ji Konsûlxaneya Almanya yê Stenbolê jî beşdarî kir, lê daxwaza beşdariya Hozan Canê di salona dadgehê de hate redkirin û Canê bi rêya sistema deng û wêneyî parastina xwe kir.

Dozgerê dadgehê bi egera biçûkxistina Ataturk û endametiya rêxistina terorê daxwaza 13 sal girtîgehê kir, Hozan Canê ev tomet red kirin û got ku, ne endamê tu rêxistinan e. Ji bo piştgiriya HDP di hilbijartinan de hatiye Tirkiye, ji bo ku çendîn konseran bide. Canê herweha ragihand ku, pirsgîrêkên wê yên tenduristî hene û dive ji kontrola doktor derbas bibe.

Dadgehê biryar di dozê de negirt, doz ji bo demek pêş paşxist û rewşa berdewamiya girtîbûn a Hozan Canê da.

 

 

C.B