Jean-Claude Juncker: Aloziyên mezin ligel Tirkiye hene

Serokê Komisyona Ewrûpa Jean-Claude Juncker di nameyeke ku, ji Serokên welatên endam ên Yekîtiya Ewrûpa (YE) re rêkirî de xwest ku, bîngeha pêwendiyên ligel Tirkiye divê liser mafên mirov û azadiyên bîngehîn bin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komisyona Ewrûpa Jean-Claude Juncker di nameyeke ku, ji Serokên welatên endam ên Yekîtiya Ewrûpa (YE) re rêkirî de xwest ku, bîngeha pêwendiyên ligel Tirkiye divê liser mafên mirov û azadiyên bîngehîn bin.

Jean-Claude Juncker diyar dike ku, di hevdîtina Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan ligel Serokên welatên endam ên Yekîtiya Ewrûpa di 26ê Adarê de li bajarê Varna yê Bulgaristanê, divê pirsên ku nirxên Yekîtiya Ewrûpa ne wekî azadiyên bingehîn û mafên mrovan bên axaftin.

Herweha Serokomarê Bulgaristanê û Serokê demkî yê YE Boyko Borisov destnîşankir ku, pêwendiyên ligel Tirkiye di astek nebaş de ne û ev hevdîtin derfetek dawîn e ku, danûstandin asayî bibin.

 

 

C.B