Grûpên çekdar endezyarekî Efrînê direvînin

Grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve, li Efrînê kesatiya Efrînî endezyar Ebdilreman Îbo revandin û berê wî dane cihekî ne diyar.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve, li Efrînê kesatiya Efrînî endezyar Ebdilreman Îbo revandin û berê wî dane cihekî ne diyar.

Çalakvanên ji Efrînê ji K24ê re ragihandin, girûpa Ehrar El-Şerqiyê, duh bi êvarî, endezyarê Kurd Ebdilrehman Îbo ji nav mala wî li kolana Vêlat li navenda bajêr girt û berê wî dane cihekî ne diyar.

Endezyar Ebdilrehman Îbo yê 60 salî ji gundê Kurzêlê yê ser bi Efrînê ve ye, berî demekê dîsa ji aliyê girûpekê ve hatibû girtin û pişt re hatibû serbestkirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi ve wê, ji bo standina pereyan ji malbatên wan bi hezaran welatiyên Efrînê tên revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeke xwe de diyar kiribû, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, bêtir 2338 welatiyên Kurd ji aliyê grûpên bi ser Tirkiyê ve hatine girtin û ji wan 800 kes heya niha di zîndanên de ne.

 

S. B