Kurdistan Serok Barzanî li Emanê serdana Pêşmergeyên birîndar kir

Serok Barzanî li Emanê serdana Pêşmergeyên birîndar kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Pêşmergeyên birîndar / Eman 18 Gulana 2017

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Emanê paytexta Urdinê serdana Pêşmergeyên birîndar ên di bombebarana firokeyên Tirkiyê de li Şingalê birîndar bûbûn, kir.

Serok Barzanî bi mebesta lêpirsîn û agahdriya li rewşa çend Pêşmergeyên birîndar bike, serdana nexweşxaneya El-Husên kir û ji nêzîk ve rewşa tenduristî a Pêşmergeyên birîndar pirsî û hêviya çakbûnê bo wan xwast, ku  di jêr çavdêriya bijîjkî de bûn.

Serok Barzanî bo beşdarîkirina Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Deryaya Mirî, îro gihêşte Emanê paytexta Urdinê û ji aliyê Şah Ebdulahê Duyem ve hate pêşwazîkirin.